OpenOffice, paketeke bernameyên ofîsê ye. Ev rûpel, rûpela wergerandina OpenOffice.org’ê ye. Ji bo agahiyên der barê OpenOffice.org, binihêre http://www.ferheng.org/linux/openoffice.html. Heke tu bixwazî alîkariya me bike, ji kerema xwe ji me re binivîse.
Build’ên dawî:
Wergerandina OpenOffice.org (bi kurtasî: OOo) ji çend sedemên zehmet e. OOo sîstema po/gettext bi kar nayîne. Ji ber vê bikaranîna bernameyan wekî poEdit an KBabel ne gengaz e.
Ji ber vê kemasiyê amûrên translate-toolkit hatin nivîsandin. Bi van bikaranîna dosiyên po gengaz bû. Ji ber vê niha em dikarin OOo jî bi Rosetta an bernameyên offline (poEdit, KBabel) biwergerînin.
Şablonên dawi her dem ji http://ftp.linux.cz/pub/localization/OpenOffice.org/devel/POT/?C=M;O=D tên daxistin.
Binêre jî: OpenOffice.orgDapper