Di vê rûpelê alîkarî ji bo wergerên nû heye. Ji kerema xwe re baş bixwîne.
Dema tû dixwazî bernameyan wergerînî, berê her tiştî bi me guftûgo bikî. Ji bo wê lîsteyên emailan hene. Ji kerema xwe endama lîsteya Ubuntu-l10n-kur bibe. Ev lîsteya guftûgoyan hemû wergeran e, ne tenê Ubuntu.
Lîsteya me ya kevn Gnu-ku-wergerandin e. Pê re gelek pirsgirêkên teknîkî hene û tê de reklama sourceforge jî heye. Ji ber wê em rica dikin Ubuntu-l10n-kur bi kar bîne.
Wegerandina bi Rosetta / Launchpad
Yek ji amûrên girîngtirîn ê me Rosetta ye. Rosetta pergaleke wergerandina di înternetê de ye. Bi wê pergalê em gelek bernameyên ku di Ubuntu’yê de cih digirin wekî derdorên sermase yên GNOME, KDE û Xfce werdigerînin. Rosetta hemû bi îngilîzî ye, lê tu ne mecbûrî ji îngilîzî wergerînî. Tu dikarî ji tirkî, erebî an ji almanî wergerînî.
Bikaranîna Rosettayê
Endambûn
-
Ji bo endamiyê te navnîşana e-peyama (e-mail) xwe nivîsî û şand. Ji te re koda registration (tomarkirin) hat.
Tu ketî e-peyama xwe, te ew peyam dît û koda registration tikand û hesabê xwe çalak kir.
-
Wergerandin
Ji nav zimanan zimanê Kurdish hilbijêre.
Dema te zimanê Kurdish hilbijart dê hemû dosiyên ku divê em wergerînin kurdî derkevin hemberî te.
Dosiyên rengên wan hêşîn û kesk hatine wergerandin. Jixwe li ber dinivîse ku herî dawî kê wergerandiye.
Te xwest tu kîjan pelî wergerînî kurdî, wî pelî bitikîne. Tu dikarî ji me bipirsî kîjan pel girîng e.
Hevokên pelî li ber te yek bi yek dibin rêz. Îngiliziya hevokan nîşanî te dide. Li zeviya vala (form a vala) jî tu wergera wê ya kurdî dinivîsî. Dûre tu derbasî hevoka bin wê dibî û wê jî werdigerînî. Dema ev rûpel qediya tu dadikevî jêr û tomar (qeyd) dikî. Dema te tomar kir, rûpela piştî wê vedibe û heta ku dosiya te biqede wisa didome.
Ji bo wergerandina ji zimaneke di bilî îngilîzi, di Make suggestions from: de zimanekî din hilbijêre û Change bitikîne.
Em hemû dibînin ku waye te wergerek kiriye. Em jî dikarin wergera te vekin û lê binihêrin. Em tiştên nû ji te hîn dibin û gotinên teknîk ên ku em dizanin jî em ji te re dibêjin.
Karê me wergeran heta vir e. Ji vir û pê ve karê koordînatorî dest pê dike. Ew jî hem kontrola dosiyan dike, hem jî di navbera me û navenda Ubuntu,
OpenOffice.Org,
Firefox û Launchpad.net de dibe alîkar.
Wergerandina bi Pootle
Bernameyeke din a înternetê Pootle (pûtil) e. Di Pootle de em wergerên OpenOffice.org sererast dikin. Pootle li kurdî hatiye wergerandin, lê wergerandin tenê ji îngilîzî dibe. Ji zimanên din nabe.
Gelek pêşkêşkerên Pootle’ê hene, em a arsaperta bi kar tînin: http://pootle.arsaperta.org
Rêber pêwist e.
Wergerandina di komputera xwe de (offline)
Wergerandina di înternetê de gelek car zehmet e. Wergerandina di komputera xwe de hesantir e. Ji bo wê gelek bername hene.
poEdit (ji bo Windowsê jî heye)
-
-