Bi xêr hatî Ubuntu 6.06, Dapper Drake!
Projeya Ubuntuyê li ser ramanên ku di Felsefeya Ubuntuyê de hatine parastin, hatiye avakirin. Felsefeya Ubuntuyê li ser van xalan hatiye avakirin: Divê nivîsbarî bêpere bin, amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmayî yên kesan bikêrhatî bin û mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de dikaribin azad bin.
Tê de ev hemanên kurdî hene:
- Bingehê pergalê bi xwe kurdî ye
- 3 rengên bişkojgehê (klaye) bi kurdî: Q, F û Alt-Q
- Geroka Mozilla Firefox bi kurdî
- Demjimêr, Salname û Geroka dosiyan bi kurdî
- Gelek bernameyên curbecur bi kurdî
Ji ber ku bingehê pergalê bi kurdî ye, peyamên daxwaz, hişyarî û her wekî din ên ji komputerê tên tev bi kurdî ne. Bi her sê cureyên bişkojgehê, nivîsandina bi zimanê kurdî hêsantir e û bişkojgeh hê bikêrhatîtir e. Geroka Mozilla Firefox ku wekî geroka herî baş tê naskirin, bi hemû taybetmendiyên xwe ji bo gera di înternetê de bi zimanê kurdî amade ye. (Wergera Firefoxê ji bo roviyê kurd ê navqedexe “Vulpes Vulpes Kurdistanica” hatiye dîyarîkirin) Demjimêr û salmane dema ku hûn tê de ne bi zimanê kurdî radigihîne û geroka dosiyan ku hûn dikarin bigihîjin peldank û dosyeyên xwe, bi kurdî ye. her wiha bernameyên wekî Gaim (bernameya Chatê ku hûn dikarin msn, yahoo, irc, icq û gelek hesabên din ên chatê pê vekin), synaptic (Rêvebera paketan ku hûn dikarin pê bernameyan saz bikin), OpenOffice.org (Bernameya nivîsandinê ku hûn dikarin pê kontrola rastnivîsa kurdî bikin, slaytan amade bikin), TuxPaint (bernameya çêkirin û xêzkirina wêneyan) û gelekên din bi kurdî ne.
Bidestxistina CD'yên Ubuntuyê
Hûn dikarin CD'ên Ubuntuyê ji girêdanên di malpera http://linux.ferheng.org/linux.html de daxin. Hûn di malpera http://shipit.ubuntu.com de ji xwe re hesabekê vekin û navnîşana xwe bidin, CD'yên Ubuntuyê dê bi riya kargoyê ji we re bên şandin. Ji bo CD û kargoyê ji we pere nayê xwestin. Her wiha hûn dikarin ji navnîşana http://http://kurdbank.org/software/livecd.iso CD'ya tam kurdî ku pê hilbijartina zimên jî ne pêwîst e, daxin. Bi vê CD'ê, di sazkirinê de înternet jî ne pêwîst e.Bidestxistina Alîkariya ji bo Ubuntuyê:
Li jêr gelek riyên ku tu dikarî ji bo Ubuntuyê alîkarî bi dest bixî hene.
Têketina rêbera Ubuntuyê û belgerinên ji hilbijartina "Alîkarî" ya menuya pergala te. Her wiha dikarî ji Malpera Fermî ya Belgekirina Ubuntuyê û ji Belgekirina Piştgiriya Koman alîkarî bi dest bixî.
Heke hin têkiliyên mirovan hilbijêrî, dikarî Mailing List, Forumên Webê, an jî chata bi koman re ya li ser Freenode IRC Kanal: #ubuntu bikar bînî.
Wekî din dikarî ji Destekên bazirganî jî alîkarî bistînî.
Tevlîbûna nava Ubuntuyê:
Koma Ubuntuyê ji pêşdebirên nivîsbariyê, nivîskarên belgekirinan, werger, hunermendên grafîkan û herî taybet ji kesên ku her roj di jiyana xwe de Ubuntuyê bikar tînin pêk tê. Me te ji bo tevlîbûna vê komê û alîkariyên ku ji bo pêşdebirina vê pergala xebatê ya Ubuntuyê, vexwend vê komê.
Ji bo bidestxistina agahiyên ji bo tevlîbûnê, li Rûpela Ji Bo Tevlîbûna Komên Ubuntuyê binêre!
